Danûstandinên Îsraîl-Hamasê: Li gorî Trump pêvajo baş bi rê ve diçe
Tê gotin, danûstandinên neyekser ên li bajarê Şarm el Şeyh ê Misrê têne meşandin, di şerê Xezeyê yê 2 salan de werçerxeke.
Tê gotin, danûstandinên neyekser ên li bajarê Şarm el Şeyh ê Misrê têne meşandin, di şerê Xezeyê yê 2 salan de werçerxeke.
Di çarçoveya "Plana Trump" de ya ji 20 salan pêk tê û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump eşkere kir, Hamas amade ye ku dîlgirtiyên Îsraîlî hemûyan berde û rêveberiya Fîlîstînê radestî otorîteyeke serbixwe bike.
Trump hişyarî da Hamasê ku wê "Derengketinê xweşbîn nebîne" û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî got, "Ew hêvî dike ku dîlgirtî rojên bê li malên xwe vegerin."
Televîzyona dewletê ya Misrê Al-Qahera Newsê ragihand ku danûstandin "di nava atmosfereke erênî" de derbas dibin. Alî hîn jî li ser mijara bêçekbûna Hamasê bi nakok in.
Serokê DYE'yê Trump li Qesra Spî daxuyanî da û got, "Hamasê hin mercên gelekî girîng qebûl kir. Pêvajo baş bi rê ve diçe."
Hevdîtin ji bo wê yekê têne kirni ku hem dîlgirtî hem jî girtiyên Fîlîstînî yên li girtîgehên Îsraîlê di hev re bêne berdan û şer bê bidawîkirin.